Wezîrê Petrola Iraqê Huseyn El Şehristanî dibêjît ew plan diket heftîya bêt rabigihînît ka kîjan kompanyayan girêbestêt derêxistina neft û gaza meydanêt petrola Iraqê qazanc kirîne.
Roja sêşembê Şehristanî got ew heta 29 yan 30ê vê mehê dereng nakevît li ragihandina sebaret rêkeftinêt karkirinê jibo şeş meydanêt neftî û du meydanêt gaza xurustî.
Karbidestêt Kurd bi berdewamî rexne li Wezareta Petrolê girtine ku li pey wan rêkeftina ne yên ku Bexda diravî lêgeryana kompanyayan li meydanêt petrolê berdest diket.