Berpirsên polîsên Iraqê dibêjin heftîyek berî ku leşkerê Amerîka ji bajarokên Iraqê vekêşin peqîna duhî li Bexda bû egera kuştina 72 kesan û birîndar bûna bikêmîve 160 kesên dî.
Teqîna duhî linav bazareke bajarokeke Bexda ya El Sadra ku piranî Şî'a lê dijîn qewimî. Derbarê peqînê de karbidestên Iraqê dibêjin hêrîşber bombeyê li bin erebokeke sebzefiroşîyê ku bi motorê dişixulî ve girêdabû.
Her li Iraq û di tundûtûjîke din de karbidestên Iraqê dibêjin di du hêrîşên din de her li Bexdaya paytext yek kes hatîye kuştin û bikêmîve 14 jî birîndar bûne.
Peyivdarê Wezareta Berevanîya Amerîka roja çarşembîyê got we çaverê tê kirin ku berî 30ê vê mehê ku hêzên şerkerên Amerîkî xwe ji bajarên Iraqê vekêşin tundûtûjî zêdetir bibe. Belê wî herwisa bi bîr anî ku rewşa tenahîyê bi giştî baş e.
Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî jî herwisa huşdarî da ku dibe xirabkar êrîşên xwe zêdetir bikin,
Di destpêka vê heftîyê de bi çendîn êrîşan li Iraqê bi dehan kes hatine kuştin û şembîya buhurî jiber teqîna kamyoneke bombebarkirî li Kerkukê nêzî 70 kes hatin kuştin.