|
|
|
Michael Jackson kî ye?
|
26/06/2009
|
|
 | Michael Jackson
| Stêrkê muzîka popê Michael Jackson li sala 1958 dinav neh zarokan de wek yê heftê ji dayîk bû û wek stranbêj dinav grupa malbata xweyî binavê The Jackson 5 de binavûdeng bû. Dinav xuşkûbirayên xwe de ew bi pêş ket û li temenê xweyî heyşt salî de bû stêrkê grupa malbatê ku gelek xweşdevî û heyranên wî çêbûn bi stranên wek "ABC."
Peyra bi tenê stirî û bû mezintirîn stêrkê muzîka popê. Albuma wî ya bi navê "Thriller" li sala 1982 ku stranên vê albumê yên "Beat It," ''Billie Jean" û
"Thriller" bûn stran û albumên ku li cîhanê ji mêjve ye herî hatine firotin.
Wê salê wî cara yekê meşa xwe ya binavûdeng ya "moonwalk" kir ku di vê meşa binavûdeng ya reqs û dans kirinê de weke bi pêşve biçe berev paşve birêve diçe. Jakson bû binavûdengtirîn muzîkvan û stranbêjê cîhanê.
Paş buhurîna salan, Jackson bû egera gelek miştûmiran. Gelek brînkarîyên bedewîyê li serê hatin kirin û gelek rexne lê hatin kirin jiber têklatîya wî ya gelek nêz bi zarokan re. Li sala 2003 hate gunehbar kirin bi destdirêjîya namusê li ser zarokek 13 salî yê ku ji nexweşîna şêrpence sax filitîbû belê piştî du salan dadgehê biryar da ku Michael li hember vê sucdar kirinê bêguneh e. Belê binavûdengbûna wî ket bin tengasîyê û pirsgirêkên wî yên diravî peyda bûn.
Biryar bû ku Michael vê havînê bi 50 konsertên vegerê li London dagere ser sahneyan. Konserta yekê wê li 13ê meha heft Tîrmehê birêve biçûba û dê ev konsert heta destpêka sala bêt berdewam bûna. Li meha sê-Adarê dest bi firotina bilêtên van konsertan hatibû kirin û zûbizû di cîh da hemu bilêt hatibûn firotin.
Jackson du caran jinê ji xwe re anîbû. Li sala 1994 bi keça stêrkekê dinê muzîka popê Elvis Presley, Lisa Marie Presley re mara wî hate birîn. Li sala 1996 herduwa hev berdan. Wê salê wî mara xwe bi Debbie Rowe re birî û piştî sê salan wan jî hev berdan. Sê zarokên Michael hene ku didu ji Debbie çêbûne û yek jî bi teknîkeke saxlemîyê bi jinek din daye zayîn.
|
|
|