Serokê Amerîka Barack Obama û şevirdara Alman Angela Merkel roja eynî li Seraya Sipî bi hevre kom bûn ku li ser pirsêt Îranê, guhorîna seqayê û alozîya aborîya cîhanî behs û gotûbêj bikin.
Rêzdar Obama di vê kombûnê de tundûtûjîya vê dawîyê ya li dijî xwenîşanderên Îranê wek cihê bêzarîyê anî zimên. Herwisa got rûdanên li Îranê bandor li ser her cure danustandina rastewxo yan jî diplomasîya bi Îranê re heye.
Birêz Obama gote rojnamevanan sebaret pirsêt seqayê Amerîka li wî cihî nîne ku divîya lêba û pesna Ewropa da li ber hindê ku ew berdewam li ser vê pirsê pêşde diçin.
Wî got Amerîka hîvî diket sergerîya bizavêt navnetewî diket li dijberî guhorîna seqayê û divîya ligel aborîyêt pêşkeftî û yên di geşekirinê de kar biket.
Birêz Obama da zanîn danûstandinêt tevî xanim Merkel herwisa bizavêt jibo aştîya Rojhilata Navîn û berengar bûna El Qaîde û hevalbendêt wan li Afganistan û Pakistanê jî girte xwe.
Sebaret Guantanamo Bay birêz Obama got ew tevî xanim Merkel axiftîye li ser hindê ku dixwazît wê zindana leşkerî ya Amerîka daêxît û got ew têdigehît xanim Merkel erk heye piştrast biket berjewendîyêt parastina niştimanî ya Almanya li pêşîya her tiştekî bit.