Saad Herîrî bo posta serokwezîrê Lubnanê hat destnîşan kirin ku herwiha babê wî yê teror kirî li sala 2005ê, Refîq'l Herîrî li wê postê xizmet kirîye.
Serokê Lubnanê Mişel Suleyman roja şembî desnîşan kirina birêz Herîrî ragihand piştî zorîna endamên parlamê ew berbijar kir.
Di gotarekê de li koşka serokatîyê birêz Herîrî soz da kar biket bo bi dawî înana girjî û alozîyên siyasî ku ewêy sala 2007 welat kirîye du beş û bûne egera serhildana mezintirîn şerr û lêkdana çekdarî ewêy bi dawî hatina şerrê navxweyî li sala 1990ê.
Saad Herîrî yê 39 salî rêberayetîyeke hevalbendîyeke ser bi rojavayê dike ku li hilbijartina vê mehê serkeftin bi destve îna.
Hevalbendîya bi rêveberîya Hizbullah ku ji layê Îran û Surya ve dête piştevanî kirin li wan zortirîn jimara kursîyan di parlamana 128 endamî bi destve îna.