 |
| Mîr Huseyn Musewî |
Rêberê opozisyona Îranê Mîr Huseynê Musewî pêşnîyaza hikumetê pesend nekir bo ku beşek ji dengên hilbijartina serokkomarîyê bêne jimartin li hember daxwaza berê ku encam bêne bettal kirin anku bêne hilweşandin.
Di ragihandinekê de li ser malpera xwe rêzdar Musewî rewayî û bijartina beşek ji dengan xiste ber pirsyarê.
Civata Nîgahban pêşnîyaza jimartina nîvî bi nîvê 10 li sed dengên ku li 12ê vê mehê hatibûn dan kir, ku endamên opozisyonê îddîa dikin hîle û gendelî têde hatibûye kirin.
Roja şembîyê serkeftîyê hilbijartinê serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad rexneya xwe ya li dijî serokê Amerîka Barack Obama dubare kir û got Welatên Yekgirtî dest di karûbarên Îranê de werdide.
Roja înê serok Obama tundûtûjîya Îranê li dijberî xwenîşanderanên wî welatî wekû karekî "cihê bêzarîyê " da zanîn. Wî herwisa gotibû ku her cure têklatî û dîplomasîya digel Îranê de dê ev rûdan û bûyerên vê dawîyê tesîr li ser hebin.