 |
Admiral Mike Mullen
|
Karbidestê bilindê leşkerê Amerîka dibêje ew we pê bawer e hêzên Îraqî amadene ku bi temamî kontrola bajêrên welatê xwe bêxine destê xwe roja sêşembîyê weke çewa ku di rêkeftina navbera herdu welatan de hatibû mor kirin.
Admiral Mike Mullan ji giropek biçuk a peyamhinêran re, yên ku digel wî diçûne Ewropayê, got dê pêdivîya Îraqîyan bi piştevanîyê hebe lê belê leşkerê Amerîka pê bawer e ku hêzên Îraqî "wezîfeya xwe ya ku dê wergirin karin pêk bînin."
Herwisa serokwezîrê Îraqê dibêje vekêşana hêzên şerkerên Amerîkî li bajarên Iraqê nîşan dide ku Îraq dişêt tenahîya xwe biparêze digel zincîreka hêrîşa ku li vê dawîyê Îraqê hejand.
Serokwezîr Malikî roja şembîyê herwisa dawa yekîtîya niştimanî kir û got aşbûna siyasî nêvbera giropên Sunnî û Şî'a yên Îraqê pêdivî ye bo piştrast kirina tenahîya welatî.