Îranê azad kirina pênc karmendên Îranî yên balyozxana Berîtanî li Tehranê ragehand, rojekê
 |
| Balyozxana Berîtanî li Tehran. |
piştî ew hatin desteser kirin. Li konferanseka rojnamevanî roja duşembî, peyvdarê wezareta derve yê Îranî Hesen Qeşqavî got pênc ji neh karmendên balyozxana Berîtanî hatin azad kirin û çar karmendên dî hêşta hatîne desteser kirin û lêvekolîn digel wan dê hêt kirin.
Karmendên balyozxana Berîtanî bi gumana hebûna peywendiyê bi netenahiya piştî helbijartina serokatiya Îranê hatin girtin.
Wezîrê derve yê Berîtanî David Miliband û wezîrên derve yên Yeketiya Ewropî dawa azad kirina hemî karmendan diken û dibêjin girtina wan karmendan cûrekê bêrêz kirin û tirsandinê ye ku nahête qebul kirin.