Obama: "Vekêşana hêzên Amerîka ji Iraqê guhorîneke mezin e"
01/07/2009
Serokê Amerîka Barack Obama got roja sêşemê vekêşana hêzên Amerîka ji temamê bajarên Iraqê "gaveke girîng e." Rêzdar Obama got ew çaverê dike ku dê zêdetir tundûtûjî li Iraqê bi qewime belê li dawîyê welêt dê aram û serwer be. Serok Obama dibêje hêjta jî lazime ku zêdetir kar li Iraqê bête kirin belê heta niha pêşveçûnên girîng hatine kirin.
Wî got "Pîroz kirina vê rojê ji alî gelê Iraqê ve helwesteke raste. Ev gaveke girîng e berev bi pêş ve û Iraqa serwer û yekgirtî berdewam çarenivîsa xwe dixe destê xwe."
Serokî herwisa behsa teqîna roja sêşemê li bazareke qerebalixa Kerkukê kir û ew wek "êrîşeke bê manê" binav kir ku di encamê de bi kêmîve 27 kes hatibûn kuştin û bikêmîve 45 kes jî birîndar bûbûn û got rojên paşerojê dê "bi zehmet bin." Belê rêzdar Obama got ew pê bawer e ku dê zora hêzên xirabkar bê birin.