 |
| Abbasalî Kedxudaî |
|
Civata Nîgehbana Îranê huşdarî da rikeberîyê ku êdî xwenîşandanên nerazîbûnê li dijî encamên hilbijartina miştûmir-liser nekin.
Peyivdarekî Civatê Abbasalî Kedxudaî ji peyamhinêran re roja sêşembîyê got "dosyaya hilbijartina serokkomarê Îranê hatîye girtin" û hikumet li dijî her kesê ku xwenîşandanên nerazîbûnê bidomînin dê raweste.
Di vê navê de serokkomar Ahmedînejad dîsa rexne li hêzên bîyanî girtin li ser bersiva wanî bo mezintirîn xwenîşandanên nerazîbûnê li Îranê ji dema Şoreşa Îslamî ya li sala 1979 û heta niha.
Oldarê tundrê yê Îslamî Ahmed Xatemî jî roja sêşembîyê herwisa got ku ew kesên ku berdewam nerazîbûna xwe dîyar dikin li hemberî biryara Civata Nîgehban li dijî hikumetê radiwestin. Heftîya buhurî Xatemî gotibû lazime ku ewên rêberayetîya xwenîşanderan dikin bêy rehm bêne ceza kirin.
Berbijarê serokkomarîyê yê sernekeftî Mîr Huseyn Musevî daxwaz kiribû ku encamên hilbijartina 12ê meha Xizîranê bêne bettal kirin.