Medyaya Turkîye dibêje desthilatdaran mîralayek girtîye bi gumana plan kirina kodetayekê bi ser hikumeta Turkîye de ku rehên wê yên Îslamî hene.
Raportên nûçeyan dibêjin mîrala Dursun Çîçek hatîye zindanî kirin paş lêkolîn kirina li ser bahs kirina kodetayeke leşkerî dijî Partîya Dad û Geşepêdan ku wek AKP tê nasîn.
Girtina Dursun Çîçek li ser bi destve xisitina belgenameyekê ye ku ketîye nav destê medyaya welatî û tê de nîşan dide ku çewa leşker dê AKP ji desthilatê daxe xwarê.
Belê mîrala Çîçek dibêje wî hay ji çi belgenameyek wiha nîne.
Leşkerê Turkîye xwe weku nobetdarê sistema sekularîzma welatî dide nasîn.