Honduras daxwaza OAS red kir bo vegerandina serokê berê bo ser karî
02/07/2009
Serokê Hondurasê Manuel Zelaya (r) digel sekreterê giştîyê OAS li Washingtonê.
Serokê demî yê Hondurasê daxwaza fermî ya hikumetên Amerîkî red kir jibo jinûve vegerandina rêberê ladayî yê welatî Manuel Zelaya bo ser wezîfa serokatîyê. Kêşeya berdewama siyasî bûye egera xwenîşandanên nû.
Serokê demî Roberto Micheletti di bin sengîyeke nû ya bîyanî de ye da ku serok Manuel Zelaya yê ku yekşembîyê bi zorê ji welêt hatibû derxistin vegerîne ser kar.
Welatên Yekgirtîyên Amerîka, Neteweyên Yekgirtî û gelek welatên Amerîka Latînî red kirine ku pênasînê bikin bi hikumeta ku ji desthilatê rêzdar Zelaya anîn xwar yê ku bi sûcên cezayî dihate gunehbar kirin.
Rêxistina Welatên Amerîkî (OAS) roja çarşemê gavek din avêt û got 72 demjimêr li ber Honduras e ku rêzdar Zelaya vegerîne ser karê wî an wê rêxistina herêmî endametîya Honduras bi cemidîne.
Rêzdar Micheletti got hikumeta wî serî li ber sengîya biyanî danayne û çi bandora nerênî ya hikumetên biyanî li ser wî nabe.