|
Serokê berê yê Îranê dibêje hilbijartin "kudetayek e" li dijî demokrasîyê
|
02/07/2009
|
|
 | | Muhammed Xatemî | Muhammed Xatemî serokê berê yê Îranê û herwiha kesayetîyê serekî yê reformaxwazîyê dibêje encama hilbijartina serokatîya welêt, ewa ku miştûmir li ser e, kudetayeke li dijî demokrasîyê.
Xatemî herwisa hikumeta Îranê tawanbar kir bi binpêkirina mafên gelê xwe yên ku dixwestin nerazîbûna xwe li hember encamên hilbijartinê dîyar bikin.
Ev gotinên Muhammed Xatemî bi du roj paş wê tê ku Civata Nîgehban piştgirî li hilbijartina serok Mahmud Ahmedînejad kir.
Hevdem herdu berbijarên serokatîyê yên neserkeftî Mîr Huseyn Musevî û herwiha Mehdî Kerrubî jî duhî rexne li encamên hilbijartina serokatîye girtin û hikumeta Îranî ya bi rêberayetîya Ahmedînejad wek "ne qanunî" binav kir.
Li ser malpera xwe ku duhî hate belave kirin Mîr Huseyn Musevî ji pişgirên xwe xwest ku jibo mafên gelê xwe ew şerê xwe bidomînin. Herwisa rêzdar Musevî daxwaza azadîya rojnamevanîyê, reformên bo hilbijartinê û herwisa azad kirina wan kesan kir ku di xwenîşandanên nerazîbûnê yên paş hilbijartinê de hatibûn girtin.
|