Giropeka mezina oldarên Îranî rexne li encamên helbijartina serokatiya kêşe-li-ser girt.
 |
| Mîr Hûsên Mûsevî. |
Di beyannamekê de roja yekşembî, oldarên Yeketiya Lêvekol û Mamostayên Qûmê got ku Şûrayê Nîgehban serkeftî nebuye li encam dana lêvekolînên bê kêmasî li ser ragehandinên opozisyonê ku saxtekarî di deng danê de hatîne kirin.
Şûrayê Nîgehban çavdêriya helbijartinên Îranê dike û li heftiya bûrî serkeftina Mehmûd Ahmedînejad dubare pişt rast kir.
Roja şembî, rojnameka bi nav û denga Îranê dawa dadgehî kirina berbijarê sernekeftî Mîr Hûsên Musevî kir bi tawana xiyanetê.
Rojnama Kayhan birêz Mûsevî bi handana tondûtîjî ya piştî helbijartinê gunehbar dike.