Medyaya Turkî ragehand ku bi sedema peqîna bombeka ser-rêkê li başûrê rojhelatê Turkiyê
çar kes hatin kuştin û heşt kesên dî birîndar bûn. Ew bomb nêzî otombîleka karkeran li devera Şirnexê, hevtuxîv digel Îraqê, peqî.
Dem û dest çi aliyekê berpirsiyariya xwe hemberî wê peqînê ranegehand, belê zor caran hêrişên li vî cûrî ji layê serheldayên Partiya Karkerên Kurdistanê ve hatîne kirin.
Li meha bûrî, serheldayan ragehand ku ew dema agirbesta yek-alî heta roja 15 Tîrmehê dirêj diken.
Belê serheldayan hujdarî dan ku ew dê berevanî ji xwe bikin eger hêriş ser wan bên kirin.