Bi sedema jimareka hêrişan li bajêrê Musil, bakûrê Îraqê, sê kes hatin kuştin û nêzî 15 kesên dî birîndar bûn.
Polîsê Îraqî ragehand ku bi peqîna otombîleka bombrêjkirî li başûrê Musilê 14 kes birîndar bûn, ku sê ji wan polîsin.
Herweha li taxê Musena li naverasta Musil, çend çekdarekan hêriş kire ser xaleka vekolîna polîsî û du efserên polîsî hatin kuştin.
Herweha li devera Reşîdîye, çekdaran hêriş kire ser mala polîsekî û di encam de ew polîs hat kuştin.
Bi layekê dî ve 14 çekdar her li bajêrê Musil hatin desteser kirin.