 |
| Wêne ji alîya AP ji derva hatiye bidest xistin, xwenîşandarekê jin ya Îranî nîşan dide ku li xwepeşandana xwendekaran ya Tehranê, qûtikekê zibilê dişewtine, 09 Tîrmeh 2009 |
Medya Îranî radigîhîne ku, polîs û xwenîşandêran roja Pencşemê, li Tehranê pêvçûne, dema xwenîşanderan guh nedane hoşdarîya hikumetê ku xwepeşandinê nekin.
Televîzyona Îranê ya dewletê ragehand ku hezên parastinê jibo belav kirina xwenîşandêran, ku jibo bîr anîna salvêgera dehan ya serhildana xwendekaran, li nêzîkê Zanîngeha Tehranê civîya bûn, gaza hêstirrêj (rondikrêj) bikar anîne.
Heman televîzyon ragehand ku tenê bi sedan kes tevli xwenîşandanê bûne, lê ajansên din radigehînin ku bi hezaran xwenîşendêr derketin kolanan.
Şahîd dibêjin polîs gule avêtine banî û her wiha, cop û gaza hêstirrêj bika anîne ku xwenîşandêran rawestînîn. Ew anîn zimên ku xwenîşandêran dirûşmên “Mirin bo dîktator” avêtine û qûtikên gilêjê (zibilê) şewitandine.
Şahîd dibêjin ku polîs hinek ji xwenîşandêren desteser kirine û her wiha endamên Basij, ku piştevanê hikumetê ne, jî ligel polîsan bûne.