Serokê Amerîkî Barack Obama dawa li Efrîqîyan dike pitir berpirsiyar bin biramberî jinav birina
 |
| Serok Obama digel zarokekî ye li nexweşxana giştî ya Akkra, paytextê Gana, 11 Tîrmeh 2009. |
hejarî û bersing girtina şer û dengelî li Efrîqa. Di seredaneka yek-rojî de ji bo welatê Gana, serok Obama gotarek pêşkeşî gelên Efrîqa kir.
Li wê gotarê de, ku ji bo perlemana Gana hat pêşkeş kirin, serok Obama got hikûmraniya baş li jimareka zora deverên Efrîqî nahêt dîtin. Serokî got Efrîqa pêtivî bi kesekê bihêz niye, belê pêtivî bi înstitoyên bihêz heye.
Di demê seredana xwe jo bo Gana, serokî çend cara got ku Efrîqa ji cîhanê cuda niye, belê beşekê serekiyê cîhaneka pêkve girêdayî ye.
Serok Obama li Gana seredana yek-heftîya xwe bi dawî anî û vegeriyav welatî.