Pênc Îraniyên ku berî sê rojan li girtîxaneka Amerîkî li Îraqê hatin azad
kirin gehiştine firokexana Mehrabad ya Tehranê û bi germî pêşwazî li wan hat
kirin.
Wezîrê derve yê Îranî Manûçehir
Mutteqî pêşwazî li wan Îraniyan kir û di gotarekê de ji bo peyamhinêran wî got Amerîka
ew Îranî bi awayekê "ne kanonî" desteser kirin.
Lekşerê Amerîkî roja pêncşembî ew pênc Îranî
dan destê karbiestên Îraqê û hikûmeta
Bexda yekser ew Îranî birin balyozxana Îranê li paytextî.
Ew pênc Îranî sala 2007 li Hewlêrê, paytextê
Herêma Kurdistana Îraqê hatin desteser kirin.
Leşkerê Amerîkî ragehand ku ew Îranî ser bi
Hêza Qûds ya Supahê Pasdaranê Îranê ne û ew xetabar kirin bi alîkarî kirina
çekdaran da hêrişê bikene ser hêzên Amerîkî.