Karbidestên Hîndistanê dibêjin bi kêmî ve 26 efserên polîsî
ji layê çekdarên Mawîst ve li du hêrişên cûda hatin kuştin.
Karbidest dibêjin ew hêriş li devera
Rajnandangaon ya ser bi herêma Çhattisgarh li naverasta welatî hatin kirin.
Hêzên parastinê dest bi operasyoneka leşkerî
kir ji bo vedîtin û desteser kirina hêrişberan.
Serheldayên Mawîst dibêjin ew şerî diken ji bo
mafên xelkê hejar û hikûmeta navendî ya Hîndistanê wan bi rêkxistiyeka
tîroristî nav dibe.
Serheldayên Mawîst
bi kêmî ve li 13 ji 29 herêmên Hîndistanê çalakiyên xwe dikin û bi hizaran kes
li tond û tîjî yên Mawîstan hatîne kuştin.
Serok wezîrê Hîndistanê Manmohan Singh dibêje
serheldayên Mawîst mezintirîn gefene ji bo parastina Hîndistanê.