Karbidestên şarezayên NASA, Rêxistina Feza û Asmanîya Amerîka radigihînin ku wan nîşanên jîyanê dîtine dinav tozê de ku ji stêrkeke bi dûvik wergirtine.
Vê heftîyê vekolîna ku ji alî şarezayê NASA ve hate belave kirin dibeje li dû encamên ceribandinê yên li ser nimuneyên toz û gaza ku ji stêrka bi navê Wild 2 hatîye werigirtin amînoasîda glisin peyda bûye. Tê ragihandin ku ew ceribandina li ser nimuneyan ji sala 2004an heta niha dihate kirin.
Şarezayê biolojîya valahîya asmanê yê NASA Carl Pilcher dibêje ev encam ew îddîayên ku dibêjin dibe ku li valahîya asmanê jîyan hebe qewîtir dike.
Amînoasîd perçeyên biçûkên şaneyên canê mirovan e û weku destpêk û bingeha jîyanê têne nasîn. Ji 20 cureyên amînoasîdên ku têne nasîn bi milyonan cureyên cuda yen proteîn têne çêkirin. Ev glîsîna ku dinav stêrka bi dûvik de hatîye dîtin yek ji basîttirîn cureyên wan 20 amînoasîdan e.
Herwisa şareza dibêjin li dû van encamên ceribandinan dîyar e ku ew amînoasîda li ser stêrkê hatîye dîtin ne ji dinyayê ye.