 |
| Vladimir Putin |
Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje, biryara Serokê Amerîka ya bettal kirina sistema berevanîya muşekan li Poland û li Komara Çekî, biryareka rastîn û werek e. Di axaftina xwe ya televîzyonî de, birêz Putîn roja Înî got, ew bi hêvî ye, li paşerojê, pîvanên din yên xûrt kirina têkîlîyan bêne avêtin.
Serok Obama roja Pencşemê dabû zanîn ku biryara dawî anîna sistema berevanîya muşekan daye, bi qazanca gehêştina rêbazeka nû bo berevanîya Amerîka û hevalbendên NATO’yê. Wî got, biryara nû, berevanîyeka bihêztir, zîrektir û lêztir û kanîneka baştir berdest bike.
Rûsya, li dijî pêşnîyarên berê hatîbûn kirin derketîbû, jiber wan wekî gefeyek li dijî ewlehîya xwe didît.