Lêvekoler dibêjin lêdanana zarokên yek salî dibite egerê dirust bûna reftareke şerrok ligel wan
19/09/2009
Lêvekolerên Amerîkî dibêjin lêdana li ser
zarokên yek salî dibite egerê dirust bûna reftareke şerrok ligel zarokî û astê
geşekirina têgihîştina wan lawaz diket dema digehine temenê sê salîyê.
Lêvekoler ji Zankoya Duke dibêjin sizadana zarokî bi devî baştir e ji
bikarînana lêdanê jiber ku tundûtûjî têda nine, bi taybetî dema dayîk bi reftar
û hesteka nerm digel zarokî diaxivît sebaret kiryarên wan yên nedirûst.
Lêvekoler dibêjin piştî hevpeyvîn digel pitir ji 250 dayîkên sipîpîst, dayîkên Efrîqî
yên Amerîkî û dayîkên Meksîkî yên Amerîkî û zêrevanîya zarokên wan yên yek salî
û sê salî di malê de jibo me diyar bû ku zarokên Efrîqî yên Amerîkî ji hemi zarokên
dî pitir lêdan li ser wan tête bikarînan û pitir dikevine bin hêrîşa axaftinên
nerînî yan jî sizadan bi rêka axaftina tund ji layê dayikên wan ve.
Lêvekoleran piştrast kirîye zarokên yek salî, ewên ku pitirîya wextan têne lêdan,
demê dibine du salî bi awayeke şerrokî reftarê diken û demê ku dibine sê salî
rê ji şiyana wan ya hizir kirinê dadbezît.