Medvedev derî li ber toleyên tundtir vedike jibo Îranê
By Kent Klein Washington 24/09/2009
Rusya pêywendîyên xurt yên aborî digel Îranê de
heye û berdewam dijberîya danana sizakirinê dijberî welatê Îslamî kirîye belê
piştî danûstandinan digel serok Obama de li tenişta kombûna giştî ya Neteweyên
Yekgirtî, serok Medvedev bi rêka ziman wergerî axift û eşkere bû bo nîşan dana
nermbûna nêrîna Rusya.
Ew siza bi awakî kêm gehîştî derencamên bi berhem belê di hinek pirsan da
nîgeranîyên xwe nikare xwe li sizadanê dûr biket.
Amerîka û Rusya herwiha çar welatên din amade ne bo destpêkirina danûstandina
digel Îranê li yekê meha bêt li ser bernama navokîya wê.
Serok Obama siza kirinên tundtir dixwazet heger danûstandin bisernekevin.
Serok Medvedev got Amerîka û danûstandinên hevalbendên wê yên din dikarit
harîkarîyê bikit bo çêkirina derfetên jibo Îranê.
Berî kombûnê karbidestên Seraya Sipî got girifta bernama navokîya Îranê dê
babetê serekî yê bernama serok Obama be demê herdu rêber digel hevdu kom bin.
Serok red kir ku biryara wî ya heftîya çûyî bo qedexe kirina plana Amerîka
sebaret avakirina sîstema berevanîya muşekan li Ewropya Rojhilat pêywendî bi
bizavan hebû ew jî bo wergiritina bêtir harîkarîyê ji Moskow li ser Îranê .
Piştî kombûna wan li New Yorkê, serokê Rusya got ragihandina sîstema muşekan ya
Ewropa ya Obama bi karekî berpirsyar da
zanîn û got wî pute kirîye ser nîgeranîyên Moskow.
Serok Obama herwisa got ew û serok Medvedev bawer dikin ku ew dikarin berî meha
yek sala bihêt bigehên rêkeftinekê li du kêm kirina çekan û cebilxanên navokî
yên welatê xwe.
Li îro pêncşemê serok Obama li ber e ku serokatîya civîna Civata Tenahîya
Neteweyên Yekgirtî bike li ser danana tixubekî jibo belavbûna çekên navokî ku
herî zêde sebaret Îranê ye.