 |
| Haydar Diljen |
Mamosteyên Kurdî li Swedê, di konferansa 6’ê de, i bajarê Västeråsê dibin. Konferansa îsal, bi mêvandarîya bajervanîya Västeråsê û piştgirîya Dayreya Giştî ya Dibistanan tê lidar xistin. Ji 26 bajervanîyên Swêdê, 65 mamosteyên Kurdî û rêvebirên dibistanan tevli vê konferansê dibin. Li gorî malpera www.dibistanakurdi.com, li Swêdê li derdora 70 hezar kurd dijîn. Hejmara zarok û ciwanên kurd ku beşdarî perwerdeya zimanê zikmakî dibin li derdora 10.000an e. Li bajarê Västeråsê 500 zarok û ciwan beşdarî perwerdeya kurdî dibin.
Hevkarê me Robîn Reşvan, li derbarê vê konferansê hevpeyînek, bi mamosteyê Kurdî Haydar Diljen re kirîye. Birêz Diljen dibêje, ewê li ser gelek babetên cihê bisekinin û hinek ji wan standard kirina zimanê Kurdî, gotûbêj kirina materyelên nû yên zimanê Kurdî û rewşa zimanê Kurdî li rojhilata Kurdistanê.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.