VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Jêderê bawerpêkirî yê Nûçe û Pêzanînê

 
Nûçeyên bi 45 zimanan
Îranê hebûna dezgeha xwe ya duwê ya zaxkirina uranyumê eşkere kir

25/09/2009

Natanz, wide, nuclear, power plant, nuclear safetyDîplomat dibêjin ku Îranê dezgeheke xwe ya duwê eşkere kirîye bo zaxkirina uranyumê.

Dîplomat dibêjin ku Îranê li destpêka vê heftîyê nameyekê şandîye ji rêxistina çavdêrîya kêşeyên navokî ya Neteweyên Yekgirtî re û têde dibêje ku dezgeheke wê ya duwê heye.

Welatên rojavayê Îranê gunehbar dikin bi zaxkirina uranyumê bo çêkirina çekên navokî.  Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî heta niha sê caran tole danîne ser Îranê jiber ku wê zaxkirina uranyumê ranewestandîye.

Îran her dibêje ku bernama wê ya navokî bo armancên aştîyane ye.

Roja pêncşemê Welatên Yekgirtîyên Amerîka got ku wê xwe amade kirîye ku danûstandineke girîng bi Îranê re bike.   Peyivdarekî Wezareta Derve got derfetek li ber Îranê ye ku karibe têklatîyên diplomatîk bi rêve bibe dema ku li yekê meha 10-Cotmehê nunerên welatên bihêz yên cîhanê digel karbidestên Îrane kom bibin li Geneva.

Di hevpeyvînekê de digel rojnama Washington Post rêzdar Ahmedînejad herwisa got Îran dixwaze ji Welatên Yekgirtî uranyuma zaxkirî bikire ya ku di tendurustî û saxlemîyê de tê bikaranîn.

Wezîrê Derveyê Îtalya Franco Frattini roja pêncşemê got ku welatên Grupa-8 herwisa dixwazin derfetekê bidine Îranê da ku karibe li ser bernama xwe ya navokî bi axive anku danûstandinê bike.

Roja pêncşemê Çînê dîsa helwesta xwe dubare kir ku tole ne rêya çareserîyê ne bo Îranê ku dev ji bernama xwe ya çêkirina çekên navokî berde.

Herwisa roja pêncşemê li dema axaftina li wîlayeta rojhilata Amerîka bajarê Pittsburgh serokwezîrê Rusî Medvedev gotibû ku ew bawer nake ku danana toleyan li dijî Îranê rêya çareserîyê ye bo keşeya navokî.

Çîn û Rusya dê tevlî Welatên Yekgirtî, Fransa, Almanya û Brîtanya bibin di danûstandinên digel Îranê de li meha bihêt.

Serok Obama dibêje Îran gelek berpirsyarîyên xwe yên navnetewî binpê kirîne û dibe ku pêdivî be toleyên dijwartir li dijî wê bêne danan.




E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Serok Obama pêşwazî li serokwezîrê Hindistanê dike  Audio Clip Available

  Babetên din
Perlemana Îraqê qanûna helbijartinan pejirand
Çar serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin  Audio Clip Available
Serokê Îranî seredana Berazîlê dike
Li Pakistanê bi kêmî ve 18 çekdar hatin kuştin  Audio Clip Available
Îran dest bi manuvreyên leşkerî yên asmanî kirîye  Audio Clip Available
Serokê Parlamana Herêma Kurdistana Iraqê li ser kêşeyên vê dawîye axift  Audio Clip Available
Dr. Kurmanc Gundî behsa nameya ku bo Neteweyên Yekgirtî hinartine kir  Audio Clip Available
Kêmanîya astê vitamin D di nav xwîna mirovî de metirsîya celta dilî û celta mîşkî zêde diket
Birêveberên Kurdên Êzîdî daxwaza pênc kursîyan li Parlamana Iraqê dikin
Li Bexdayê konferansek hatîye girêdan bo peyda kirina çareserîyeke hevpişk jibo giriftêt Kerkukê
Kombûna Parlamana Iraqê li ser qanuna hilbijartinê bêy çi encaman û rêkeftinan bi dawî hat
Rojnamevan Sîrwan Berko Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye û Surîyê Dipeyive  Audio Clip Available
Êrîşbirekî xwekuj li başûra rojava Afganistanê 16 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin  Audio Clip Available
Layekanî Erebî Sunnî le naw parlamanî Iraqî piştgirî xoyan bo Tariq Haşimî derbirî
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê kêşeyên hilbijartina Iraqê ne
DTP li 150 wargehî bi gel re tê cem hev  ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurdî  Audio Clip Available
Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin
Azad Çalak: Veto ya Haşimî di berjewendiya Kurdan de ye.  Audio Clip Available
Amerîka û hevkarên wê yên navnetweyî dest bi danustandina kirine sebaret bersav nedana Îranê bo pêşnîyaza navokî
Leşkerê Îsraîlê dibêjît firokêt wî hêrîş kire ser sazgeheka çeka û du tunela li devera Xezze
Rojnamevan Alî Akel Paşeroja AKP Dinirxîne  Audio Clip Available
Cîgirê serokê Iraqê Tariq’l Haşimî qanuna hilbijartinê veto diket  Audio Clip Available
Dr. Fuad Mahsum serokê Hevpeymanîya Kurdistan li Parlamana Iraqê li ser hilbijartinê axift  Audio Clip Available
Serokê Amerîka Barack Obama gihîşte Koreya Başûr
Serokatiya Herêma Kurdistanê gefa boykot kirina helbijartina Îraqê dike  Audio Clip Available
Îhsan Arslan jibo Paşeroja Tirkîye Geşbîn e  Audio Clip Available
Netewên Yekgirtî aloziya xwe biramberî helbijartina Îraqê ragehand. 
Pênc girtîyên PKK bo girtîxana Îmralî hatin şandin  Audio Clip Available
Li Beijing serokên Amerîka û Çîn ê dîtinên xwe parve diken
Çekdaran 13 gundî nizîkî Bexdayê koştin