VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Jêderê bawerpêkirî yê Nûçe û Pêzanînê

 
Nûçeyên bi 45 zimanan
Serok Barack Obama Xelata Aşitî ya Nobelê Wergirt

09/10/2009

President Barack Obama speaks about winning the Nobel Peace Prize, 09 Oct 2009
Serok Barack Obama, 09 Oct 2009
Tevî ku ji salek kêmtir e ku Serok Barack Obama destbi serokatîyê kirîye, ew dibêje, Xelata Nobelê wekî banga xebat û kiryarê qebûl dike. Serok di civîna çapemenîyê de, îro Înîyê gotêrojnamevanan ku, wî xelateka ûsa hêvî nedikir.

Serok Obama got, ew, wê xelatê wekî pênasîna serkeftinên xwe nabîne, lê wekî pênasînê bo armancên ku, wî bo Welatên Yekgirtî û cîhanê danaye dibîne.

Obama got, ew hest nake ku, bi qasî kesên berî wî yên bi Nobelê hatine xelat kirin, bi têra wê xelatê kar û bar kirîye.

Bijartina Serok Barack Obama bo xelata Aşitî ya Nobelê hem tê pesandin û hem jî tê rêxne kirin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bi dilxweşî peşwazîya vê biryarê kir û got, birêz Obama berpirsîya rêbaza nû ya danûstandinê dike jibo çareser kirina mezintirîn kêşeyên cîhanê, wekî guherîna seqayê û bê çêk kirina navokî.

Serokê Berê yê Efrîqaya Başûr û xelatgirê Nobelê Nelson Mandela jî şabûna xwe dîyar kir û got- bi vê xelatê, hêvîya wî ev e ku birêz Obama, pirtir girîngî bide peşve birina aşitîyê û tune kirina xizanîyê li cîhanê.

Serokwezîrê Japan Yukio Hatoyama, serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokê Fransa Nicolas Sarkozy jî pîrozbahî li serok Obama kirin.

Li alîyê din, serokê berê ye Poland Lech Walesa ku bi xwe kî xelatgirê Nobelê ye, got hîn pir zû ye ku Serok Obama bi xelata nobelê bête rûmet kirin, jiber ku, wî heta niha ti xîzmeta berbiçav nekibrîye bo aşitîya cîhanê.

Li hindûra Amerîka jî, derbarê xelat girtina Serok Obama bîr û boçûnên cûda derketin. Her 2 xelatgirên berê yê Xelata Nobelê, serokê Berê yê Amerîka Jimmy Carter û cîgirê serok Al Gore jî dilxweşîyên anîn ziman û dan zanîn ku Obama hêjayê vê xelatê ye.

Serokê Partîya Komarî ya Amerîka Michael Steel da zanîn serok Obama ne hêjayê  xelateka ûsa ye. Di daxûyanîya roja Înîyê de, birêz Steele got, gelê Amerîka dixwaze bizane serok birastî çi serkeftin pêk anîye.

Wergirtina xelata Aşitî ya Nobelê ya 2009’an di jîyana birêz Obama de bûyereka dîrokî ye. Ew xelat, têne 11 meh paş hilbijartina wî tê, wekî yekemîn serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîkî yê Efrîqî-nîjad.

Wî, bi gotin û dirûşmên xwe yên “hêvî û guherîna Washingtonê” dilê bi mîlyonan kesan xweş kir û serkftina hilbijartinê bidest xist.

Birêz Obama li sala 1961an li Hawaî dayik bû. Ew, kûrê zilamekê reş yê Efrîqî û jineka sipî ya Amerîkî ye, ji eyaleta Kansas. Wî, hinek demên xortanîya xwe li Endonezya borand û piştî qedandina zanîngehê, li Chicago destbi karê xwe kir wekî bizavkarekê civakî. Dû re, çûye Xendîngeha Harward ya Hiqûqê û paşê jî bûye senatorê Amerîkî ji eyaleta Illinois. Wî, her wiha nav û bang da, wekî yekemîn serokê Efrîqî-nîjad ya Govara Hiqûqa Harwardê.

Heta niha 2 serokên Amerîkî- Theodore Roosevelt û Woodrow Wilson- dema serokat’ya xwe, wê xelata aşitîyê qezenc kirîbûn. Serokê Berê ye Amerîka, Jimmy carter jî, li 2002’an, 20 sal paş karkenar bûna xwe, wê xelatê wergirtîbû.


E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Serok Obama pêşwazî li serokwezîrê Hindistanê dike  Audio Clip Available

  Babetên din
Serokê Perlemana Herêma Kurdistanê derbarê konferansa Kerkukê dipeyive  Audio Clip Available
Seredana Ahmedînejad bo Amerîka Latîn berdewam e
Bi tawana gendelî, vekolîn ligel pênc wezîrên Afganî dihên kirin  
Perlemana Îraqê qanûna helbijartinan pejirand
Çar serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin  Audio Clip Available
Serokê Îranî seredana Berazîlê dike
Li Pakistanê bi kêmî ve 18 çekdar hatin kuştin  Audio Clip Available
Îran dest bi manuvreyên leşkerî yên asmanî kirîye  Audio Clip Available
Serokê Parlamana Herêma Kurdistana Iraqê li ser kêşeyên vê dawîye axift  Audio Clip Available
Dr. Kurmanc Gundî behsa nameya ku bo Neteweyên Yekgirtî hinartine kir  Audio Clip Available
Kêmanîya astê vitamin D di nav xwîna mirovî de metirsîya celta dilî û celta mîşkî zêde diket
Birêveberên Kurdên Êzîdî daxwaza pênc kursîyan li Parlamana Iraqê dikin
Li Bexdayê konferansek hatîye girêdan bo peyda kirina çareserîyeke hevpişk jibo giriftêt Kerkukê
Kombûna Parlamana Iraqê li ser qanuna hilbijartinê bêy çi encaman û rêkeftinan bi dawî hat
Rojnamevan Sîrwan Berko Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye û Surîyê Dipeyive  Audio Clip Available
Êrîşbirekî xwekuj li başûra rojava Afganistanê 16 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin  Audio Clip Available
Layekanî Erebî Sunnî le naw parlamanî Iraqî piştgirî xoyan bo Tariq Haşimî derbirî
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê kêşeyên hilbijartina Iraqê ne
DTP li 150 wargehî bi gel re tê cem hev  ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurdî  Audio Clip Available
Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin
Azad Çalak: Veto ya Haşimî di berjewendiya Kurdan de ye.  Audio Clip Available
Amerîka û hevkarên wê yên navnetweyî dest bi danustandina kirine sebaret bersav nedana Îranê bo pêşnîyaza navokî
Leşkerê Îsraîlê dibêjît firokêt wî hêrîş kire ser sazgeheka çeka û du tunela li devera Xezze
Rojnamevan Alî Akel Paşeroja AKP Dinirxîne  Audio Clip Available
Cîgirê serokê Iraqê Tariq’l Haşimî qanuna hilbijartinê veto diket  Audio Clip Available
Dr. Fuad Mahsum serokê Hevpeymanîya Kurdistan li Parlamana Iraqê li ser hilbijartinê axift  Audio Clip Available
Serokê Amerîka Barack Obama gihîşte Koreya Başûr
Serokatiya Herêma Kurdistanê gefa boykot kirina helbijartina Îraqê dike  Audio Clip Available
Îhsan Arslan jibo Paşeroja Tirkîye Geşbîn e  Audio Clip Available
Netewên Yekgirtî aloziya xwe biramberî helbijartina Îraqê ragehand. 
Pênc girtîyên PKK bo girtîxana Îmralî hatin şandin  Audio Clip Available
Li Beijing serokên Amerîka û Çîn ê dîtinên xwe parve diken
Çekdaran 13 gundî nizîkî Bexdayê koştin