Serokê Ermenistanê li vê heftiyê seredana Tirkîyê dike ji bo dîtina lîstikeke futbolê nêvbera
 |
| Serokê Ermenistanê Serij Sarkişyan. |
Ermenistan û Tirkîyê, çend rojan piştî herdu welatên cîran rêkeftinek mor kir ji bo asayî kirina têkeliyên nêvbera wan. Serokê Ermenistanê Sêrij Sarkişyan roja duşembî got wî dawetnameka serokê Tirkîye qebul kir ji bo amadebûnê li lîstike futbolê nêvbera tîmên Tirkîye û Ermenistanê.
Herweha serokê Tirkîye sala bûrî seredana Ermenistanê kir ji bo dîtina lîstike futbolê.
Wezîrên derve yên Tirkîye û Ermenistanê roja şembî li Swîsre rêkeftinek mor kir ji bo ava kirina têkeliyên dîplomatîk û vekirina sinorên nêvbera herdu welatan.