Serokên Ermenistan û Tirkîye li lîstikeke futbolê nêvbera herdu welatên cîran amade bûn.
 |
Welatîyên Tirk bi alayên Azerî û Tirkî xwenîşadanê dikin dijî têkeliyên bi Ermenistanê re nizîkî yarîgeha Ataturk li Bursa. |
Serokê Tirk Abdullah Gul li bajêrê Bursa, bakûra rojavaya Tirkîye, pêşwazî li serokê Ermenistanê Serij Sarkişyan kir.
Seredana birêz Sakişyan bo Tirkîye çend rojekan e piştî mor kirina peymannamekê nêvbera Ermenistan û Tirkîye ji bo asayî kirina têkeliyên nêvbera wan. Pêtiviye ew peymanname ji layê perlemanên herdu welatan ve bihêt pejirandin.
Li sala bûrî, serokê Tirkîye ji bo dîtina lîstike futbolê seredana Ermenistanê kir.