Serokê ajansa hêza navokî ya Netewêt Yêkgirtî dibêjit ew bê hîvî nebo ye ji ihtîmala rêkeftnekê liser bernama navokî ya Îranê.
Rêveberê giştî yê Ajansa Atomî ya Navneteweyî Yukiya Amano gote karbidestêt amade boyn li kombona Civata Aborî ya Cihanî li Davos roja Heynî ku dan u standin digel Îranê hêşta di berdewamin û got pêşniyar hêşta liser mêzê ye. Eve cara yêkê ye ko Amano liser pirsa navokî ya Îranê têbîniya di det ewey berî dû heyva li şûna Mohemed Elbaradeî boye serokê IAEA.
IAEA ya bizavê diket rêkeftinek bête kirin ku ji Îranê dixazit yoranyoma kêm zax kirî frêkete Ferensa û Rûsya. Beramberî hindê, Îran dê keresteyêt pêşkeftî yêt pêtvî bo sazgeheka vekolînê ya navokî wergirit.
Diplomatêt rojava got bo Îran bi wê pêşniyazê razî nebo ye. Amerîka û welatêt rojava di alozin ku Îran bi xwe yoraniyomî zax biket û bo pêşve birna çekêt navokî bi kar bînit.
Îran rijte liser hindê ku bernama wê ya navokî bo armancêt bi aştiy ye.