Wezîrê Derve yê Tirkîyê, Ahmet Davutoglu, ku nuha li Washington e, roja Pêncşemê, 10’ê meha Sibata 2012’yan semînerek li Zanîngeha George Washington da.

Bi amadebûna jimareke mezin ji xwendekar, pispor û rojnamevan, Wezîrê Derve yê Tirkîyê behsa çend mijarên dîrokî kir ku ew dibêje şêweyê sîyaseta cîhanî guhert wek ketina Yekîtîya Sovyetê, bûyerên 11’ê Îlonê û her wiha Buhara Erebî û krîza aborî li Ewropayê jî.

Derbarê Buhara Erebî, jixwe piranîya wexta semînarê jibo wê hatibû terxandin. Birêz Davutoglu balkişand ser hemwelatîyê Tûnisî Bûazîzî ku xwe di destpêka sala borî de şewitandibû û ew weke tiştekî dîrokî binav kir.

Ahmet Davutoglu di nava axaftinên xwe de gelekî pesna sîyaseta Tirkîyê ya ji derve û hindûr da û got di dema ku Ewropa di krîzake aborî derbas dibe, rewşa Tirkîyê di wî warî de bi gelekî baştir e. Wî her wiha wî da xuya kirin ku di dema krîza sîyasî li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê de, Tirkîyê di nava aramîyeke sîyasî de ye.

Di nêrîna Birêz Davutoglu de, civaka navneteweyî nehegîyê li hemwelatîyên Sûrîyê dike. Vetokirina Rûsya û Çînê û tembelîya Neteweyên Yekbûyî dibin egera kuştina bêtir sîvîlan li wî welatî.

Di derbarê pirsirêka Kurd li Tirkîyê, Birêz Davutoglu dibêje îro roj rewş li Tirkîyê hatîye guhertin û êdî hemû hemwelatî xwedî maf in di çarçoveya dewleta qanûn û dadmendîyê de.

Hêjayî gotinê ye hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkîyê û Wezîra Derve ya Amerîka Hilary Clinton roja Duşemê dê bi firehî li ser Sûrîyê be.

Jibo guhdarîkirina vê raportê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.