Firotina berhemên kompanya Apple ya Amerîkî zêde dibe, bi taybet li Asya.

Apple, ku telefona iPhone û komputera destî ya iPad çêdike, ragihand ku li meha Nîsanê heta meha Hezîranê 7 Mîlyar û 300 Mîlyon dolar qezenc kiriye.

Apple ragihand ku firotina berhemên wê li Çîn, Hong Kong û Taywanê bi awayekî berçav zêde bûye.

Her li Nîsanê heta Hezîranê, 20 mîlyon û 340,000 iPhone û 9 mîlyon û 520,000 iPad li seranserê cîhanê hatin firotin.