Bizavkarên li Bahreynê dibêjin, karbidestên ewlekarîyê di salvegera xwepêşandanên demokrasîxwaz de gelek kes li paytaxt Manama desteser kirin.
Tê ragihandin, hêzên ewlekarîyê her wiha nehêlaye ku xwenîşandêr kom bin û dijî hikûmetê xwepêşandanên nû bikin û bi gaza îsotê ew ji hev belav kirin.
Grubên opozîsyonê bang li xwenîşanderan kir ku roja Sêşemê careke din vegerine Meydana Mirarî ya paytêxt û dest bi xwepêşandanên nû bikin.
Desthilatdarên Sunnî yên kêmanî li Bahreynê hişyarî dabûn ku hêzên ewlekarîyê dê rê li ber alozî û xwenîşandanên Sêşemê bigirin.


