Jêderên îstîxbaratî yên Pakistanî dibêjin, di encama êrîşa firokeke bêmirov ya Amerîkî de, mîlîtanê payabilind yê El Qaydê, Badar Mansur hate kuştin.

Jêderên îstîxbaratî didine zanîn, Mensur zûtirîya Pêncşemê li ber maleke li bajarê Mîran Şah ya mezintirîn bajarê Wezîristana Bakur hate kuştin.

Tê ragihandin, kuştina Badar Mansur ji alîyê endamên Talîbana Pakistanê hatiye piştrast kirin.

Di êrîşê de her wiha 4 mîlîtanên din jî hatine kuştin.