Televîzyona dewletê ya Sûrî dibêje, di encama du peqînan de herî kêm 25 kes îro Înîyê li bajarê Heleb'ê hatine kuştin, 175 kesên din jî birîndar bûn.

Armancên peqînan îro, avahîyeke îstîxbaratî û bingeheke ewlekarîyê ya leşkerî bûn. Heleb bajarekî serekî yê bazirganîyê ye û ji destpêbûna xwepêşandanan dijî Esed vir ve bêdeng û aram bû.

Li bajarê Hums'ê jî, bizavkar dibêjin, wekî pişkek jî eciqandin û tepeserkirina berdewam, tankên artêşê di roja hêftan de berdewam dora taxên hevrik girtine.

Bizavkar dibêjin, ji destpêbûna êrîşa dijî Hums'ê vir ve, bi sedan kes ji roja Şemîyê heta niha hatine kuştin.

Bizavkar her wiha dibêjin, gelek tax be av û elektrîk in û kêmahîya hewceyîyên bingehîn xuya dibin.