Di sê rojên dawî de, pêla xwepêşandanan gihiştîye nava paytexa Sûrîyê, Şam ku heta demeke dirêj bêdeng bû û dûrî asta protestoyên ku bajarên din tevlî bûne.
Di hevpeyvînekê digel Dengê Amerîka, Dr. Sededîn Melle, nûnerê Ewropayê Partîya Yekîtî ya Kurd li Sûrîyê dibêje tevlîbûna Şamê ya serhildanê dide eşkere kirin ku şoreşa Sûrîyê ketiye qonaxeke gelêrî ku miletê Sûrîyê hemû têde beşdar e.
Dr. Melle her wisa diyar dike ku civaka navneteweyî dê nuha mecbûr bibe ku êdî xwedî li gelê Sûrîyê derkeve.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.


