Bi hezaran Misirî roja Çarşemê li Meydana Rizgarî ya Qahîre kom bûn, di yekemîn salvegera serhildana wî welatî ku Serok Husnî Mubarek neçar kir dest ji desthilatê berde.
Hejmareka welatîyên Misirî roja Çarşemê kêfxweşîya xwe dîyar kir, di yekemîn salvegera serhildanê, lê hejmareka din dibêjin ku serhildana sala bihûrî hêşta bi dawî nehatîye. Xwepêşander ji Civata Artêşê ya desthilatdar dixwazin ku desthilatê bide hikûmeteka sivîl.
Li sala bihûrî, roja 25'ê meha yek xwepêşandanê destpê kir û 18 rojan berdewam bû heta Husnî Mubarek dest ji desthilatê berda. Civata Artêşê desthilat wergirt û her li sala borî jî hilbijartinên parlemanî hatin encam dan.


