Îran tole û cezayên nû yên Amerîkî red dike ku hikûmet û banqaya wê ya navendî dike armanc. Îran dibêje toleyên Amerîkî “şerê pîskolojîk” e.

Berdevkê Wezareta Derveyê Ramîn Mehmanperest roja Sêşemê got, ti peywendîyên aborî ya wê bi Amerîkayê re tune û toleyên nû dê bandorek li ser wê nekin.

Şîroveyên Mehmanperest rojekê piştî biryara Serokê Amerîkayê Barack Obama hatin ku desthilat dabû banqayên Amerîkî ku hemî mal û hebûnên hikûmeta Îranê bicemidînin.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa, di nav çend hefteyên borî de toleyên aborî yên ser banqaya navendî ya Îranê û sektora neftê xûrtir kirine da ku Îran dest ji hilbêrîna uranyumê berde.

Îran berdewam dibêje, programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyanê ye.