Rêkxistîya Human Rights Watch radigihîne ku hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan li Îraqê li sala bihûrî bi tundî xwepêşander serkutkirin û welatî ber bi dewleteke polîsî dibe.

Di raporta salane ya xwe de, HRW radigihîne ku hêzên parastina Îraqî bi berdewamî xwepêşander serkut kirin, rojnamevan bêzar kirin û girtî eşkence dan.

Sarah Leah Whitson, berpirsa beşê Rojhilata Navîn li rêkxistîya Human Rights Watch dibêje, Îraq dîsa ber bi dewleteke xwedan sîstema zordarî diçe.