Bi helkefta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li Dîyarbekirê Akademîya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî hat vekirin. Bersîva gotina Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ê “zimanê Kurdî ne zimanê şaristanîyê ye” mora xwe li vekirina akademîyê xist.
Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr bang li karbidestên dewletê kir û got, çawa ku bazarîya jîyanê nabe, bazarîya zimên jî nabe.
Endamê Meclisê KCD'ê û parlamenterê BDP yê berê Osman Ozçelik jî gotina Bulent Arinç ya jibo Kurdî şermezar kir û got, “zimanê Bulent Arinç, zimanê dagirkeran e, eger zimanê medenîyetê yê komkujî, dagirkerî yê belê em ne medenî ne. Em bi vekirina Akademîya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî bersîvê didine wî.
Serokê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu jî li ser navê partîyên sîyasî yên Kurd û sazîyên ziman dîyar kir ku jibo çareserkirina pirsa Kurdî, divê hemû astengîyên li pêşîya ziman û nasnameya Kurdî bên rakirin û di qanûna bingehîn de werin mîsoger kirin.
Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya vê raportê bikin.


