Serok Barack Obama beşdarî li civîneka taybet dike li Washington bi helkefta Roja Cîhanî ya AIDS’ê.

Di belavokekê de, Serok Obama soz da ku piştevaniya hemî wan kesan bike ku li seranserê cîhanê bi destê AIDS û HIV ve dinalînin.

Serokî her wiha got ku rêveberiya wî rijd e li ser bizavên bersing girtina HIV û berdest kirina xizmetên saxlemî jibo nexweşên  AIDS’ê.

Li gor belgenamên saxlemî, nêzîkî 33 milyon nexweşên AIDS'ê li seranserê cîhanê hene.