Hêzên ewlekarîyê yên Pakistanî dibêjin, mîlîtana êrîşî xaleke parastinê ya li bakurê rojava kuir û 7 leşker kuştin û çendên din jî birîndar kirin.

Karbidest dibêjin, 18 mîlîtan hatine kuştin, dema hêzên Pakistanî  jibo tolhildana êrîşê li herêma eşirî ya Kurram derketin operasyonan.

Tê ragihandin, bi kêmî ve 4 leşkerên Pakistanî ji alîyê Talîbanê ve hatine revandin ku berpirsîya êrîşê bi stûyê xwe ve girtîye.

Hejmara kuştîyên êrîş û operasyonên roja Înê ji alîyê jêderên serbixwe ve nayêne piştrast kirin, jiber ku rojnamevan nikarin herin wan deverên dûrdest.