Serok Barack Obama ji gelê Amerîkî dixwaze ku testa HIV bikin.

Di belavokekê de roja Duşembî bi helkefta Roja Niştîmanî ya Testa HIV, Serok Obama got yek ji her pênc Amerîkiyên helgirên HIV nizanin ku tûşî HIV bûne.

Serok Obama got, pir girîng e mirov zû haleta xwe bizane da ku çareseriyên pêdivî werbigire.

HIV vîrûsa nexweşiya AIDS e.

Li gor Neteweyên Yêkgirtî, nêzîkî 34 milyon kes li seranserê cîhanê tûşî HIV bûne û nêzîkî 30 milyon kes bi sedema newxweşiya AIDS mirîne.