Pêşvenêrê taybetê Netewên Yekgirtî Olivier De Schutter dibêje; divê Dîmeşq serjinû bi biryara xwe da here sebaret haşa û mandel kirina mafê hevwelatîbûnê ji nêzîkî 300.000 Kurdên Sûrîya. Wî got; Kurd nikarin ji welatî derkevin, bi awayekê vebir xizmetên giştî ji wan re tên kirin û ferq û cûdahî lidijî wan têkirin.
Birêz De Schutter ev têbînî li roja Sêşem dan digel dawî hatina yekem erkê wî weka pêşvenêrê taybetê Netewên Yekgirtî li Sûrîya. Netewên Yekgirtî dibêje; encam û vedîtinên Birêz De Schutter dê bên hinartin bo Civata Mafê Mirovan ya Netewên Yekgirtî li meha Adarê.
Di gera xweda li Sûrîya birêz De Schutter çendîn pirs û babet digel karbidestên Sûrî behiskirine. Ji wana hişkatîya li hinek herêman bûî egera kêm xwarin û nerehetîya, û her wesa rewşa penaberan.
Kurd nêzîkî 10% ji serhejmêrîya Sûrîya ne, û ji mafê hevwelatî bûnê bêbehrin ji encamê serhejmêrîyeka Kevin, ew weka bîyanîya navnivîs kirine.
Par, Rêkxistîya Çavdêrîya Mafê Mirovan rijdî li Sûrîya kiribû heta dawîyê bi karên ne destûrî û na rewa hemberî Kurdan bîne. Vê komela Mafê Mirovan gotibû; Sûrîya bendkirinê dadinê ser lihecivînên daxwaza mafê kêmanîya Kurdan dikin û bizavkarên sîyasîyên Kurd zîndan dike.


