Doktor Halis Yerlîkaya, li bajarê Agirîyê dixebite û  li ser vê babetê xebatekî kirîye ku di nav vê xebatê de rêjeyê balkêş derdikevin holê.

Dr. Halîs Yerlîkaya dibêje ku hêmanên ku başiyê pêk tînin û sedemên ku nebaşiyê diafirînin tev civakî ne. Ji ber vê yekê awa, alav û amûrên ku dê nebaşiyê ji holê rakin ne pêkan e ku bi awayekî kesane bên bidestxistin. Kapîtalîzm bi polîtîkayên xwe yên demê dawîn hawirdorê, rewşa xebatê û jiyanê xera dike. Di heman demê de karûbarên tenduristiyê jî dike alavên bazirganiyê. Bikaranîna teknolojiyê û pisporbûna zêde karûbarên tenduristiyê tevlihev kirine. Ev rewş civakê nezan dike û ji nezaniya civakê sûdê werdigire û pêdiviya xizmetên tenduristiyê zêde dike.

Doktor Halîs destnîşan dike ku li Tirkîyeyê, ji bo ku zêde kar bikin û pir bidin xebitandini  rewşa xebatê li gor performansê tê sererast kirin.Xebat û dema xebata kedkarên tenduristiyê her ku çûye zêde bûye. Herwiiha bi pergala performansê hemberî dikeve nave kedkarên teduristiyê. Dîsa bikaranîna teknolojiyê hêza kontrolê dixe destên karsazên tenduristiyê. Birêz Yerlîkaya dîyar dike ku ji bo ku keda bijîşkan bênirx bikin hejmara bijîşkan hatîye zêdekirin û hanîna bijîşkan ji derveyê welêt jî ketîye rojevê.

Di van salên dawî de di warê saxlemîyê de hikûmet hin bername û qanûnan derxist. Bernameya Veguherîna Tenduristiyê (BVT) jî ji wan yek e. Doktorê kurd dibêje ev bername felsefeya bingehîn a tenduristiyê guhertiye û şert û mercên xebatê li gor pêdiviyên bazirganiyê ji nû ve sererast kiriye. Herwiha bi vêya mercên xebata hevpar ji holê tên rakirin. Bi vê bernameyê ji bo ku kedkarên tenduristiyê ji mafên wan bêpar bên hiştin pergala performansê hatiye sazkirin.. Doktor dide zanîn ku ev merc jî Sektora tenduristiyê ya arizî, projeya zagona yekitiya nexweşxaneyan û bijîşkiya malbatê ne.

Doktor Halîs destnîşan dike ku di qada tenduristiyê de nêzî 750 hezar kesan dixebitin û ji sisêyan yekê wan endamên sendîkayê ne. Sendîkaya herî mezin (SES) e û tenê 40 hezar endamên wê hene.

Doktor Halîs li ser rewşa kedkarên ku di nexweşxaneyên arizî de dixebitin jî dibêje Ewlehiya karê kedkarên ku di saziyên tenduristiyê yên arizî de dixebitin di nav lêvên karsazan de ye. Li saziyên giştî jî xebat li gor performansê tê kirin, ked û rûmeta kedkaran erzantir bûye. Di van salên dawîn de êrîşên li hemberî kedkarên tenduristiyê zê de bûne û di vê yekê de rola propogandaya dewletê zêde ye. Li saziyên tenduristiyê ‘Lijneya Mafen Nexweşan’ hatiye damezrandin lê mixabin ev lijne bi kêr nayên. Li gor felsefeya ‘muştêrî her dem mafdar e’ tevdigerin û li hinik deveran jî ji bo kedkaran ev lijne bûne wek ‘lijneya zordestiya desthilataran”

Doktor Halîs Yerlîkaya di vê çaroveyê de rewşa herêmê jî weha dinirxîne. “Bandora vê rewşa neyînî ya ku li cîhanê û Tirkiyeyê tê jiyîn li herêmê bi awayekî xerabtir derketiye holê. Di pêvajoya dîrokî de jî li herêmê newekheviya tenduristiyê û xizmetên tenduristiyê hebûye û bi bazirganîbûnê re ev newekhevî,  kûrtir bûye. Doktor dibêje beriya rewşa kedkaran divê ku mirov li rewşa gel binihêre. Xizmetên tenduristiyê her çiqas li tevahiya welat kêm bin jî, li herêmê kêmtir in û dide zanîn ku pêdiviya tenduristiyê li herêmê zêdetir e.

Doktor Halîs Yerlîkaya hin daneyan dide û dibêje “ Li gor daneyên saziya îstatîstîkan, ‘TUİK’ ê, yên 2009’an û li gor istatistikên wezareta tenduristiyê yên 2008’an li herêmê pêdiviya tenduristiyê ji her diçe  zêdetir dibe. Pêdiviya tenduristiyê li gor demografiyayê ango gelheyê diguhere. Weke mînak ev rêje li  Tirkiyeyê :  % 75 e, lê % 66 ê vê rêjeyê ya başûr û bakûr rojehalata Tirkîyeyê ye.

Doktor Halis dide zanîn ku rêjeya mirina zarokên şîrmij, mirina zarokên ji 5 saliyê biçûktir, mirina dayikan, mirina ji ber nexweşînên têger û pêdiviya alîkariya xebatkarên tenduristiyê li herêmê zêdetir e. Rêjeya mirina dayîkan  di sala 2008’î de li Tirkîyeyê giştî 19,4 lê para mezin ya herêmêye ku ev jî 22,6 e. Rêjeya mirina zarokên şîrmij li Tirkîyeyê % 26 e lê ev rêje li başûr û bakûr rojehalata Tirkîyeyê digîje % 39’î. Mirina zarokên ji 5 saliyê biçûktir li Tirtkîyeyê bi giştî % 33 ye lê ji % 50’î ya vê  rêje yê, dîsa para başûr û bakûr rojehalata Tirkîyeyê ye. Herwiha hejmara çavdêriya ji bo ducaniyê, ji bo zarokên şîrmij, ji bo zîstanîyan û ji, bo zarokan giştî pir kêm e.

Dr. Yerlîkaya destnîşan dike ku din av 35 salên dawî de jiber pevçûna navbeya dewlet û PKK li herêmê pirsgirêkên xetereya jiyanê, xizanî, koç, negihîştina xizmetên tenduristiyê, pirsgirêkên derûnî, zêdebûna her cureyên nexweşiyê derxistîye holê ev jî bar û pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê yên li herêmê zêdetir kiriye.

Dr. Yerlîkaya dide zanîn ku li herêmê nexweşxaneyên arizî hemû li navanda bajarên mezin (Dîyarbekir, Wan, Batman, Enteb,) hatine avakirin û ev nexweşxane  li gorî pêdeviyên gel, li gorî berjewendiyên aborî hatine avakirin.  Doktor dibêje xizmeta ji bo dermankirinê piştî pêvajoya ku keda tenduristiyê ket bazarê, li herêmê zêdetir bûye. Doktor dibêje kesên ku xizan in bi rêya karta kesk bi pergalê ve hatine girêdanî desthilatdariya li ser civakê bi vî awayî berdewam dibe. Halîs Yerlîkaya destnîşan dike ku li herêmê hem derfet hem jî hejmara  kedkarên tenduristiyê kêm in û dibêje “li herêmê gelek xebatkarên tenduristiyê yên ku li hember pirsgirêkên civakî hestiyar in, gelek kesên wan hatin kuştin, bi pêkutiyan re rû birûman, hatin sirgûnkirin, girtin, desteser kirin, seqetkirin û ji ber van şertan di pirî kesan de pirsgirêkên derûnî destpêkirin.” Doktor Halis destnîşan dike ku di nav pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê yên herêmê de nebûna xizmeta Tenduristîya bi zimanê dayikê pir tesîr dike û ev yek li hember pêşketina kesayetê asteng e. Doktor dide zanîn ku ev yek dibe egera pirsgirêkên danûstendin, bawerî, pêvajoya pênasekirin û tedewîkirinê, herwisa binpêkirina xweseriya nexweşan jî.