Sekreterê Giştî yê NATO’yê  Anders Fogh Rasmussen dibêje, hevalbendî hîn jî li ser plana xwe ya veguhastina ewlekarîyê li Afganîstanê ye, tevî daxuyanîyên dawî ku ji Amerîka û Fransayê tên.

Hem Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Leon Panetta û hem jî Serokê Fransî Nicolas Sarkozy pêşnîyar kiribû ku mîsyona hevalbendîyê ya şerkerîyê li sala 2013’an anku salekê berî dema destnîşankirî bi dawî were û NATO heta sala dawîya 2014’an alîkarîya fêrkirin û şewirmendîyê bide hêzên Afganî.

Rasmussen berîya civîna wezîrên derve yên NATO'yê got, hevalbendî dê li ser plana xwe ya berê bisekine û operayonên xwe yên li Afganistanê heta dawîya sala 2014’an bidomîne.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Leon Panetta roja Çarşemê ji rojnamevanan re gotibû “hêvîya wî ev e ku heta nîva 2013’an, ewê bikaribin mîsyona şerkerîyê veguhezînin roleke fêrkirin, şewirmendî û alîkarî ye.