Li gor jêderên nûçeyan, rewşa saxlemî ya serokê berê yê Tûnisê Zeyn El Abidîn Bin Alî pir xirab e û niha li nexweşxaneka Erebistana Sa'ûdî ye.
Birêz Bin Alî, yê 74-salî, li meha bihûrî reviya bajarê Ciddeh piştî xwepêşandana gelê Tûnisê li dijî bêkarî û giraniya bihayê xwarinê.
Bin Alî bo pitir ji 20 salan serokê Tûnisê bû. Li hilbijartina sala 2009 û bo cara pêncemîn, bi piranîya dengan wek serok hat hilbijartin.
Birêz Bin Alî li Ferensa û Amerîka xwend û paşî vegeriya Tûnsiê. Li sala 1987 Bin Alî, ku serokwezîr bû, serokê wî demî Habîb Burqube li ser desthilatî lada û xwe kire serokê Tûnisê.


