Li roja 4’ê Adarê hilbijartina serokatî ya Rûsyayê birêve diçe.  Kandîdên serokatî ev in:

Vladimir Putin - li sala 2000’ê heta 2008’ê serokê Rûsyayê bû û niha jî serokwezîr e.

Mikhail Prokhorov – sêyem zengîntirîn kes e li Rûsyayê û bi tundî gendelîya Rûsyayê rexne dike.

Gennady Zyuganov – Rêberê Partîya Komûnîst e û her ji sala 1996’ê vir ve çar caran xwe bo serokatîya welatî kandîd kiriye.

Sergei Mironov – Kandîdê sosyal demokrat e û berpirsê berê yê Civata Federasyona Rûsyayê bû.

Vladimir Zhirinovsky – Damezrênerê Partîya Demokrat ya Lîbral e û her ji sala 1991’ê vir ve pênc caran xwe bo serokatîya welatî kandîd kiriye.