Biryar e Civata Ewlekariyê ya NY îro 31 meha yekê 2012 kom bibe bi mebesta kiriyareke tund dijî rejîma Sûrîyê were kirin ku tundûtûjiyê dijî hevwelatiyên xwe rawestîne. Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton jî ligel şanda welatê xwe dê beşdarê vê civînê bibe. Gelek bang têne kirin Serokê Sûrîyê Beşar el-Esed dest ji kar berde.

Di hevpeyvîna ligel Pişka Kurdî de, Sebrî Kenco, parêzer û bizavkarê siyasî, dibêje opozisyona Sûrî bi hemû berên xwe yên bingehîn amade ye ku di qonaxa piştî çûna Esed. Birêz Kenco her wiha dide zanîn derfet tune ye ku Îslamiyên tundrê dest deynin ser desthitatdariyê ku rejîma Esed ket.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.