Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, rêberên cîhanê jibo baştirkirina ekonomîya cîhanê pêşketinên girîng destve anîn.

Serok her wiha got, ew pêbawer e ku rêberên Ewrupî wê bikanibin kêşeya deynê ya Ewrupî çareser bikin.

Birêz Obama roja Înîyê di dawîya hilcivîna Gruba 20'an de ji rojnamevanan re got, hîn jî karên dijwar mane ku li benda çaresîyê ne. Lê, rêberên Ewrupî di rêya çareserkirina krîza aborî û kêşeya deynê de bingeheke qayim danaye.

Serokê Amerîka Barack Obama her wiha li ser rewşa aborîya Amerîkayê jî axifî. Obama pênasînê kir ku ekonomîya Amerîkî ne di rewşeke pir baş da ye.

Rêzdar Obama got, wekî xûrtirîn aborîya cîhanê “tiştê herî girîng em bikin ev e ku mezinbûna ekonomîya xwe di demeke zûtir de pêk bînin.